Duh li Rojavayê Kurdistanê Cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re Azadî û Newroza Yekîtiya Demokratîk a Kurd" hat li dar xistin.
Bi hezaran jin, xort û kal bi cil û bergên xwe yên kurdewarî herikîn qada Newrozê ya bajarê Hesekê.
Di şahiya Newrozê de Hevseroka girînendeya Têkilyên Derve ya Rêvberiya Xweser Îlham Ehmed got:
"Doza Kurdî êdî li ser asta navneteweyî ketiye rojevê, em bi saya fedakariya gelê Kurd ê Rojava gihîştin deskeftiyên mezin."
Îlham Ehmed got ku wê di Sûriya nû de mafê jinana were misoger kirin.
Peyama û daxwazên ku di Newrozê de derketin pêş, serbestberdana dîlgirtiyan û mafê wan yên Kurdî were misogerkirin.
Welatiyê bi navê Mehmûd mihemed yê ji Hesekê, Newroza 2026`an li tevahiya gelê Kurd pîrozkir û got:” daxwaziya me ku êsîrên me bi serbest werin berdan û Mafê me di Sûriyê de Misoger bibe.
Kerem Osman yê ji bajarê Hesekê jî hêvî kir ku di newroza bê de dîlgirtiyên wan di destê ti kesî de nebin.
Kerem Osman got:" Daxwaziya me ji rêvebrên me ew e ku biratiya Kurdan ava bikin.
Her wiha welatiya ji bajarê Hesekê Hediya Mihemed Newroz li dîlgirtiyan û tevahî gelê Kurd pîroz kirin û got: “Newroz ji bo wan pîroze û ew ê her tim Newroz xwe pîroz bikin.”
Hediya Mihemed Newroz li tevahiya Gelê Kurd û dîlgirtiyên di zindana de pîroz kir û hêvî kir ku di demeke nêz de ew vegerin malên xwe.
Hediya Mihemed anî ziman ku Newroz ji bo wan tiştek pîroze û ew ê ti carî Newroz xwe ji bîr nekin.
Ji ber rewşa hewayê di 21`ê Adarê de, Newroz li Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Dirbêsiyê hatibû paşxistin, lê di 24`ê adarê de li van bajaran bi coş hat pîrozkirin.