Partiya Tufan Erhürman, ku li Bakurê Qibrisê di hilbijartina serokatiyê de bi ser ket, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli da.
Bahçelî gotibû Bakurê Qibrisê divê bibe "parêzgeha 82emîn" a Tirkiyeyê.
CTP’ê daxuyand ku gelê Tirk ê Qibrisê careke din di hilbijartinên serokatiyê yên 2025’an de, mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê bi kar anî.
Gelê Tirk ê Qibrisê îradeya xwe ya demokratîk di hilbijartinan de nîşan da.
Partiya Komarî ya Tirk da zanîn ku gotina Devlet Bahçeli nayên qebûlkirin û bi tevahî li dijî îradeya gelê Tirk ê Qibrisê ye.
Her wiha li dijî wekheviya wan a siyasî û rastiyên hiqûqa navneteweyî ne.