Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de bandoreke mezin li Başûrê Kurdistanê kiriye.
Li gorî agahiyên herî dawî ji roja destpêkê ya şer û heta roja îro bi zêdetirî 700 mûşek û dronan êrîş li ser Başûrê Kurdistanê pêk hatiye.
Êrîşan Hewlêr, Silêmaniyê, Dihok û Helebceyê kirin hedef.
Di encama van êrîşan de û heta niha 16 kesan jiyana xwe ji dest dane û 93 kesên din jî birîndar bûne.
Dronê ew sêwî hiştin Dilîn û Melîn dê û bavê xwe dixwazin
Berî 2 rojan di demjimêr 12:15`an de dengê teqîna dronekê hat û pêtên agir li gundê Zergezewiyê hatin dîtin.
Ji ber ketina dronê, jin û mêrek ku di xewa şêrîn de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Mûsa Enwer ê 39 salî û hevjîna wî Mijde Esed a 35 salî di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.
Wan Dilîna 5 salî û Melîna 3 salî li dû xwe hiştin û çûn.
Ew zarok di dema êrîşê de li odeyeke din bûn lewma ji mirinê filitîn.
"Em dê û bavê xwe dixwazin"
Dilîn û Melîn ji dema bûyerê her kêlî tenê dibêjin `ka dayik û bavê me`.
Ev herdu zarok bi dîmenên axaftin û giriyên xwe agir bi dilê bi milyonan Kurdan xistin.
Êş û azarên Kurdan xwe dubare dikin
Êş û azarên Kurdan xwe di demên cuda de, dubare dikin.
Li Kobanê di çileya 2025`an de Edhem û Hêza li dû xwe Tala ya ku wê demê 7 mehî bû hiştin.
Ev bûyer di encama êrîşên dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê de pêk hat.
Berî du rojan jî li Hewlêrê Mûsa û Mijde, Dilîn û Melîn li dû wan man.