Di çarçoveya maçên çaryekfînalê ya Lîga Şampiyonan de, îro Barcelona û Atletico Madrid tên beramberî hev.
Maça di navbera Barcelona û Atletico Madrid de, dê li stadyuma Spotify Camp Nou were lîstin.
Maç di saet 22:00'an de dê dest pê bike û tê gotin ku nêzî 100 hezar temaşevan dê beşdarî temaşekirina maçê bibin.
PSG îro li hember Liverpool dê maçekê bilîze
Li aliyekî din jî maça di navbera Paris Saint German û Liverpool jî dê li stadyuma Parc des Princes were lîstin.
Her wiha ev maç dê di saet 22:00'an de were lîstin.