Fenerbahçe li hember Galatasaray têk çû

Galatasaray duh di maçekê de Fenerbahçe têk bir û xwe nêzîkî şampiyontiyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maça di navbera taximê Galatasaray û Fenerbahçe de li stadyuma "Rams Park" hat lîstin.

Galatasaray bi sê golan Fenerbahçe têk bir.

Lîstikvan Galatasaray Victor Osimhen di xuleka 40'î de skora maçê vekir.

Piştre jî hevkarê wî Bariş Alper Yilmaz di xuleka 67'an de golê 2'emîn tomar kir.

Lucas Torreira jî di xuleka 83'an de golê 3'emîn û yê serkeftinê misoger kir.

Li aliyekî din jî lîstikvanê taximê Fenerbahçe Ederson di xuleka 62 de bi kerta sor ji qadê hat derxistin.

Eger Galatasaray serketineke din qezenc bike, dê şampiyoniya 4'emîn car li dû hev û cara 26'emîn di dîroka xwe de bi dest bixe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye