Li Kirmanşanê di şerê 40 rojî de 50 sivîlan jiyana xwe ji dest daye

Rêveberiya Giştî ya Saziya Şehîdan a Parêzgeha Kirmaşanê ya rojhilatê Kurdistanê, ragihand ku di encama şerê 40 rojî de ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê 50 sivîlên parêzgehê hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

40 roj li ser hev, Amerîka û Îsraîlê bi dijwarî êrîşî Îranê kirin.

Rêveberiya Giştî ya Saziya Şehîdan a Parêzgeha Kirmaşanê ya rojhilatê Kurdistanê Mihemed Behramî îro di daxuyaniyeke rojnamegeriyê de got:

"Di encama êrîşên vê dawiyê yên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê de, nêzîkî 50 welatiyên sivîl ên parêzgeha me şehîd bûne."

Mihemed Behramî diyar kir ku ji wan 20 jin bûn û 12 jî di bin 18 salan re bûn.

Mihemed Behramî anî ziman ku di şerê 12 rojî yê sala 2025'an de jî, 64 sivîl di êrîşan de hatine kuştin.

Amerîka û Îsraîlê 28'ê sibata 2026'an dest bi êrîşên li ser Îranê kir 

Piştî 40 rojên şer, 8'ê Nîsana 2026'an, bi navbeynkariya Pakistanê di navbera Tehran û Washingtonê de agirbesteke duhefteyî hat ragihandin.

Her wiha roja sêşemê serokê Amerîkayê Donald Trump beriya bidawîbûna dema wê, bi awayekî yekalî agirbest dirêj kir.

13'ê hezîrana 2025'an jî, Îsraîlê êrîşî Îranê kir û piştre Amerîkayê bi bombebarankirina sê navendên sereke yên atomê yên Îranê tev li şer bû.

Di banga 24'ê hezîranê de jî, agirbest hatibû ragihandin.

Ew şer wekî şerê 12 rojî tê naskirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye