Piştî taloqkirina 3 caran Suat Berlîk hate berdan

Suat Berlîk ê ku cezayê wî sê caran hatibû taloqkirin, piştî 7 salan ji girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Rihayê tehlîye bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji aliyê komîteya Îdarî û Çavderiyê ya Girtîgehê ve cezayê Berlîk 3 caran bi bihaneyên cûda hatibû taloqkirin. 

Berlîk piştî hat tehliyekirin, li bajarê xwe Rihayê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Berlîk di sala 2018'an de bi îdîaya endamtiya rêxistinê hatibû girtin û 7 sal 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Komîteya Îdarî û Çavderiyê ya ku di sala 2020'an de kete meriyetê li hember girtiyên siyasî bû amûreke zextê. Bi bihaneyên cûr be cûr tehliyeya gelek girtiyên siyasî tên taloqkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye