Hertim Tirkiyê, zilm û zordarî li ser gelên Kurd dimeşîne û heya niha gelek kes windan e û çarenûsa wan ne diyare.
Dayikên Şemiyê daxwaza eşkerekirina aqûbeta xizmên xwe kirin
Çalakiyên Dayikên Şemiyê di hefteya 1072'emîn de berdewam dike, vê çarê dayîk û parêzvanên mafên mirovan, li Qada Galatasarayê kom bûn û daxwaza eşkerekirina aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin kuştin û cezakirina sûcdaran kirin.
Li gel wê, beşdaran bi taybet daxwaza eşkerekirina aqûbeta Cemîl Kirbayir ku 45 sal berê li Qersê winda bû kirin.
Beşdaran wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de winda û qurnefîl hilgirtin.
Parêzera dozê, Eren Keskin diyar kir ku di sala 2011'an de, , Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan bi malbatan re civiya û soz da Dayika Berfo, da ku encama vê bûyerê eşkere bike, lê ev soz pêk nehatiye.
Li Colemêrg, Amed, Êlih û Rihayê çalakî hatin lidarxistin
Girêdayî vê mijarê, parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan ku li Colemêrg, Amed, Êlih û Rihayê kom bûn, ji bo kesên ku di salên 1990'î de di binçavan de hatine windakirin û kuştin daxuyanî dan.
Şaxa ÎHD a Rihayê di hefteya 58'emîn a çalakiya xwe de li ber Parka Novada daxuyaniyek da. Li ser çarenûsa Bedirhan Tuysuz ku ji aliyê çekdaranên ji eşîra Bucak ve hatibû revandin û ji wê demê ve tu agahî jê nehatiye girtin pirsîn.
Li Colemergê daxuyaniyek li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hat dayîn. Wêneyên kesên winda hatin nîşandan. Xizmên windayan xwestin ku kiryarên kuştina Hacî Ahmet Er ku di sala 1995'an de di dema binçavkirinê de hatibû windakirin, bên dîtin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windayan di hefteya 870'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li ser aqûbeta Mehmet Salih Akdeniz û 10 kesên din ên ku di Îlona 1993'an de li herêma Şenê ya navçeya Pasûrê hatibûn binçavkirin pirsîn.
Li Êlihê jî parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan di hefteya 706'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li ser Kolana Gulistanê daxuyaniyek dan. Vê hefteyê, li ser kiryarên kuştina Veysel Atilgan, Meryem Bulut û 102 kesên din ên di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Trenê ya Enqereyê hatin pirsîn.