Nûçegihanê ajansa ANHA ragihand ku Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê derdora bajarê Siwêdayê topbaran kir, topên ku bajarokê Welga hatin avêtin li nêzî Çerxerêya El Umaran ketin, di encamê çend kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li derdora bajarokê El Mensûra jî di navbera Parêzvanên Niştimanî û komên girêdayî hikûmeta veguhêz de pevçûn rû da.
Ji dema ku agirbest li Siwêdayê Tîrmeha sala 2025`an hat ragihandin hêzên hikumeta veguhêz gelek caran agirbest binpê kirine.