Îranê bersiv da gefên Trump: Em ê li baregehên we bidin

Rayedarên bilind ên Îranê, bersiva hişyariya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê xwepêşandanan de dan û gefa "lêdana baregehên Amerîkayê yên li herêmê" xwarin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Îran û Amerîkayê, derbarê xwepêşandanên li Îranê de, gefan li hevdu dixwin.

Rayedarên Îranê, bersiva hişyariya Serokê Amerîkayê Donald Trump dan û gef li berjewndiyên Amerîkayê yên li herêmê, xwarin.

Trump: Em amade ne bikevin tevgerê

Rayedarên Îranê, piştî peyama Donlad Trump a "Em amade ne bikevin tevgerê" diyar kirin ku destwerdana li karên navxweyî yên Îranê, "xeta sor" e.

Her wiha rayedarên Îranê, ragihandin ku destwerdaneke muhtemel a Amerîkayê, dê agir berde tevahiya herêmê.

Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan, bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump da û got:

"Gotinên Donald Trump, bêwate ne. Trump û hevalên wî sedema pirsgirêk û trajediyên li herêmê ne."

Her wiha Pizişkiyan idîa kir ku ti hêz nikare neteweyeke ku di rêya rastî, edalet û nêzîkatiya Îmam de dimeşe, bindest bike.

Qalîbaf: Baregehên amerîkayê hedefên meşrû ne

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî bersiva Trump da û destnîşan kir ku eger li dijî Îranê "macereyek" dest pê bike, Tehran dê bersivê bide.

Mihemed Baqir Qalîbaf, gef li Trump xwar û wiha pê de çû: "Divê Trump bizanibe ku bi vê gefxwarinê, hemû navend û hêzên Amerîkayê yên li herêmê, ji aliyê me ve wekî hedefên meşrû tên dîtin."

Elî Larîcanî: Destwerdana amerîkayê dê herêmê tevlihev bike

Elî Larîcanî, Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê, Amerîka bi têkbirina aramiya herêmê tawanbar kir.

Elî Larîcanî, hişyarî da rêvebiriya Washingtonê û got: "Divê Trump bizanibe ku destwerdana Amerîkayê ya li vê mijara navxweyî, tê wateya bêîstiqrarkirina hemû herêmê û tunekirina berjewendiyên Amerîkayê.

Bila gelê Amerîkayê bizanibe ku Trump ev macera da destpêkirin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Baqayî jî, bersiv da daxuyaniya Trump û wiha anî ziman: "Hewldanên Amerîkayê yên berê bes in. Îranî, dê pirsgirêkên xwe di navbera xwe de, çareser bikin û rê nadin destwerdanên derve."

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja înê derbarê xwepêşandanên li Îranê de, hişyarî dabû û wiha gotibû:

"Eger Îran xwepêşanderên aştîxwaz gulebaran bike û wan bikuje, Amerîka dê bi hawara wan ve biçe."

Li Îranê, ji 28'ê Kanûna 2025'an ve, xwepêşandanên gel ên li hemberî rewşa aborî û siyastên dewletê, dest pê kirine û heta niha jî didomin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye