Îsraîl ji sîstema radarê ya Tirkiyê ya li balafirgeha Şamê ne razî ye

Tirkiyê sîstemeke radarê li balafirgeha Şamê ya navdewletî danî. Peymangeha Alma ya Îsraîlê di raporeke xwe de eşkere kir ku Tirkiye vê radarê ji bo şopandina tevgera Îsraîlê bi kar tîne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tirkiyê sîstemeke radarê li Balafirgeha Şamê ya navdewletî bi cih kiriye.

Îsraîl ji vê yekê ne razî ye.

Peymangeha Alma ya Îsraîlê di rapora xwe de got ku Tirkiye vê radarê ji bo karê leşkerî û îstixbaratî bi kar tîne.

Lewma ew bi vê radarê tevgera Îsralê ya li başûrê Sûriyê, başûrê Libnanê û bakurê Îsraîlê dişopîne.

Her wiha eşkere kir ku ev sîstem li rex komkirina agahiyan, dikare şerê elektronîk jî bike.

Balyozê Tirkiyê li Sûriyê Nûh Yilamz li ser vê mijarê daxuyanî da.

Nûh Yilmaz dibêje ku ev radar ji bo şopandin rêwiyên balafiran e.

Sûriyê jî bi daxuyaniyekê gotinên Nûh Yilmaz piştrast kirin.

Lê tevî vê jî, peymangeha Îsraîlî dibêje ku ev sîstem ji bo şopnadina tevgera Îsraîlê tê bikaranîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye