Ozgur Ozel cardin ji bo serokatiya CHP'ê hat hilbijartin

CHP’ê Kongreya Awarte ya 22’emîn li dar xist. Di kongreyê de Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel axivî û zextên desthilatdariyê wek “darbe” pênase kir. Ozgur Ozel di encamê dengdayînê de bi girtina 835 dengên derbasdar cardin wek serokê giştî hat hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nav du salên dawî de Partiya Komarê ya Gel (CHP) cara sêyemîn Kongreya  xwe ya awerta li dar xist. 

Di encama Kongreya Awarte ya 22’emîn de Serokê CHP’ê Ozgur Ozel hemû dengên derbasdar girtin û cardin wek Serok Giştî hat hilbijartin.

Piştî qeyûm tayîn kirina Serokatiya Bajar ya Stenbolê ya CHP û dozên betalkirina kongreyên CHP’ê, CHP bi îmzayên delegeyên xwe yên ji aliyê notere ve hatiye erêkirin re kongreya xwe ya awerte li dar xist.

Di kongreya awarte de Cigîrê Serokê Koma CHP’ê Murat Emîr wek serokê dîwanê hat hilbijartin.

Ozgur Ozel axaftina vekirinê kir û zextên ji aliiyê desthilatdariyê ve tên kirin wek darbe pênase kir.

Ozel di axaftina xwe de balkişand li ser zextên hiqûqî û ji delegeyan ji bo bikaribin biçin hilbijartinê dengê “bêbaweriyê” xwest. 

Piştî axaftinan Serokê Dîwanê Murat Emîr destnîşan kir ku wê derbasî rojeva hilbijartinan bibin û Serokê Giştî Ozgur Ozel tenê namzet e.

Di hilbijartinan 917 delege deng bikar anîn ji van dengan 835 derbasdar hatin hesibandin.

Di encama hilbijartinan da Ozgur Ozel bi girtina hemû dengên derbasdar cardin bû Serokê Giştî yê CHP’ê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24