Şandeyeke Awistralya serdana Qamişlo kir

Şandeyeke Awistralyayê Serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li bajarê Qamişlo bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev serdan bi serokatiya endamê Parlamentoya Awistralyayê David Shoebridge pêk hat.

Li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şande ji aliyê hevserokê Daîreyê, Fener El Kiêt û cîgirê hevserokatiya Daîreyê, Robêl Beho û Gulistan Elî hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, rewşa Sûriyê bi giştî û tecrûbeya Rêvberiya Xweser û rola jinan di saziyên sivîl û leşkerî de hat nîqaşkirin.

Her du aliyan bal kişandin ser girîngiya çareseriya siyasî û pêkanîna peymana 10ê Adarê û misogerkirina mafê tevahî pêkhateyan bi taybet jî mafê jinê. 

Shoebride tecrûbeya Rêvberiya Xweser silav kir û diyar kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk roleke sereke di têkbirina DAIŞ'ê de lîstiye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24