Dewleta Tirkyeyê hîn jî darên Kurdistanê qut dike

Endamê rêxistina CPT`ê ya Amerîkî Kameran Osman da zanîn ku ji meha Îlonê ve leşkerên Tirk dest bi pêngaveke birîna daristanên herêmên Behdînan, Zap û Avaşînê kirine.

reset font size increase font size

Kameran Osman diyar kir ku darên tên qutkirin bi tiraktorên sivîlan ji Tirkiyeyê re tên şandin.

 

Her wiha Osman di derbarê rewşa parastina jîngehê de got:"Di bername û plana kîjan partiyên Kurdistanî de parastina jîngehê û sînorên daristanan  heye? Kîjan partiyê hay ji talankirina jîngeha Kurdistanê heye?"

 

Weke tê zanîn Dewleta Tirkiyê li Kurdistanê wek amûrek dagirkeriyê birîna daran jî zîvirandiye çekekî. Li Bakurê Kurdistanê gelek daristan bi destê cerdewanan ji holê rakir.

 

Li hember vê rewşê di serdî de li Botanê, li gelek cîhan xwepêşandan jî hatin lidarxistin.

 

Gelê ku bertekî van kirinan didin dibêjin ku Tirkiye li hember xwezaya Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê dimeşîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye