Îro di seatên sibehê de, karkerên Îdareya Av û Avrêjan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya li Qoserê dema çûn ser kar, li cihê kar karkerê bi navê Aşkin G. yê 29 salî mirî dîtin.
Pişt re karkeran ji bo cihê bûyerê tîmên tenduristiyê agahdar kirin .
Li cihê ku karker mirî hat dîtin, tîmên tenduristiyê lêkolîn dan destpêkirin û termê Aşkin G. ji bo otopsiyê û tesbîtkirina sedema mirinê veguhestin Nexweşxaneya dewletê ya Qoserê.
Her wiha ji bo ronîkirina bûyerê, lêpirsîn berdewam dike.