Wezîrê Derve yê dewleta Îranê Ebas Eraqçî û şandeya pê re, dora saet 3'yê sibehê bi dema Îranê gihîştin Cenevreyê.
Rêwîtiya wan ber bi Cenevreyê ve ji bo beşdarî gera duyemîn a danûstandinên Nukleerî yên bi Amerîkayê re bibin.
Ajansa Nûçeyan a Mehr, îro ragihand ku Ebas Eraqçî bi serokatiya şandeyeke dîplomatîk û pispor ji bo gera duyemîn a danûstandinan çûye Cenevreyê.
Biryar e ku danûstandinên Îran û Amerîkayê roja sêşemê bi navbeynkariya Sultanatiya Omanê werin lidarxistin.
Li gorî Mehr, Eraqçî dê di vê rêwîtiyê de bi Wezîrê Derve yê Swîsre, Oman û Rêvebirê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî re bicive.
Swîsre: Em amade ne ku rolekê di hêsankirina danûstandinan de bilîzin
Têkildarî vê mijarê, Karbidestên Swîsrî roja şemiyê ragihandibûn ku gera nû ya danûstandinên Amerîkî - Îranî dê li Cenevreyê were lidarxistin.
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, ragihand ku Swîsre amade ye ku rolekê di hêsankirina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de bilîze.
Gera berê ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de roja înê ya borî li Muscatê, paytexta Omanê, bi dawî bûbû.