Li Tirkiyê 35 CHP'YÎ hatin girtin

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di 19'ê Hezîranê de Serokê Şaredariya Adalarê ya Stenbolê Ali Ercan Akpolat û 35 kes hatibûn binçavkirin. 

Di çarçoveya operasyonê de 39 kesên hatin binçavkirin.

Kesên ku hatine girtin duh ji bo darizandinê ji avahaiya Emniyeta Stenbolê birin Dadgeha Stenbolê ya Anadolu yê.

Piştî proseya dozgeriyê, Akpolat û 35 kesên din hatin girtin, 4 kes jî bi daxwaza kontrola edlî hatin serbest berdan.

Sê dadweriyên cuda karên xwe nêzî saet 05.00’an sibehê qedandin.

Dadweriyan ji bo Ali Ercan Akpolat û 35 kesan biryara girtinê dan.

Tê zanîn ku kesên hatin girtin gelemperî karmendên Şarederiyê ne.

Beriya civîna bilind a NATO'yê gelek kes hatin binçavkirin

Li alîyekî din jî beriya civîna bilind a NATO'yê ku wê di 7-8'ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were, Hevseroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren jî di nav de 16 kes hatine binçavkirin.
Taybet jî ev kesên hatine binçavkirin endamê rêxistinên çep ên li Tirkiyê ne

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye