Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya 23'yê Nîsanê roja avakirina meclisa Tirkiyê li meclîsa giştî a Tirkiyê axivî.
Tuncar Bakirhan di destpêka axaftina xwe de ji malbatên ku kesên wan di êrîşên li ser dibistanên navçeya Sêwereg û Mereşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest.
Bakirhan di axaftina xwe de balkişand ser xisleta destpêkê ya Komara Tirkiyê û got:
Lê ew ruhê serkeftinê, piştî damezrandina komarê hat piştguhkirin û gel tune hat hesibandin.
Lê komareke demokratîk bi beşdariya hemû gelan pêkan bû.
Em dixwazin komar, hemû gel û neteweyan bicivîne."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di nirxandinên xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha domand:
"Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku zêdetirî salekê ye berdewam dike, cara yekem e partiyên siyasî bi berpirsyariyeke hevpar tevdigerin û meclis jî berpirsyariyê hildigire ser milên xwe.
Bi demokratîkbûnê ve temambûna komarê dikare pêdiviya hemû gelan bi cih bîne.
Niha em dikarin jiyana bi hev re ya Kurd û Tirkan li ser wekhevî û demokrasiyê pêk bînin."

Ozgur Ozel: Divê dawî li qeyûman bê anîn
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel jî li Meclisê axivî û ev peyam da:
"Em piştgiriyê didin pêvajoyê û em li bendê ne ku di wextekî nêz de bi ser bikeve."
"Tevî hemû êrîşên li ser partiya me û daxwazên girtina partiyê jî, em xetereyên li Rojhilata Navîn dibînin.
Em girîngiya biratiya Kurd û Tirkan dizanin.
Tevî ku di rapora komîsyona Meclisê de hatiye nivîsandin ku divê dawî li qeyûman bê anîn, hê jî li şûna 13 şaredarên bijartî qeyûm hene."
Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş jî bi boneya rojê axivî û ji bo pêvajoyê balkişand ser avêtina gavan û ev peyam da:
“Bi temamkirina raporê re meclisê peywira xwe bi cih anî.
Hêvîdarim, di demên pêş de gavên ji bo pêvajoyê pêwîst e, bi awayekî baş bên avêtin.
Bi vê yekê re jî, dê di çarçoveya aştî, xwişk-biratî û piştevaniyê de deriyê serdemeke nû vebe.”