Tevî derfetên kêm û nebûna amûrên kar ji ber dorpêça Hikûmeta Veguhêz li ser her du taxan, Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, xebatên başkirina binesaziyê û çeksazkirina torên kanalîzasyonê, bi hatina demsala zivistanê re, didomîne.
Der barê mijarê de, endezyar û rêvebera nivîsgeha teknîkî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Lavîn Celal, da xuyakirin ku gilî û gazincên gel li ser wan zêde bûne û wiha anî ziman:
“Tevî ku em astangî û zehmetiyan jî dikşînin, lê hewldanên me ji bo bi cih anîna hemû daxwazên gelê me hene.”