Îsraîlê êrîşî ser şandeya Hamasê li Qeterê kir

Îsraîlê duh êrîşeke asmanî li dijî şandeya Hemasê ya li paytexta Qeter Dohayê pêk anî. Hat ragihandin ku şande ji êrîşê filitiye, lê kurê serokê tevgera Hemasê Xelîl El Heye, Humam El Heye hat kuştin. Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrîşa Îsraîlê li dijî şandeya Hemasê eşkere kir ku ev êrîş bi biryara Netanyahu ve hatiye kirin. Yekîtiya Ewropa û dewletên Eraban jî, ev êrîş şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîl bi hewldana vegerandina dîlgirtiyan û tunekirina Hemasê, duh êrîşeke asmanî li dijî şandeya Hemasê ya li paytexta Qeter Dohayê pêk anî.

 

Heya niha çarenîvsa endamên şandeya Hamasê ne zelal e

 

Dezgehên çapemeniyê yên Qeterê ragihandin ku şandeya Hemasê, ji êrişa Îsraîlê ya dijî baregeha tevgerê ya li paytexta Qeter Dohayê filitiye.

Her wiha dezgehê da zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li Dohayê de, di nav de rêberê polîtburoya tevgerê Cîhad Lebed û kurê serokê tevgera Hemasê Xelîl El Heye, Humam El Heye, 5 kes hatine kuştin.

 

"Êrîşa Dohayê bi hefteyan hatibû plankirin"

 

Rojnameya Îsraîlî, Maariv îro ragihand ku operasyona li Dohayê bi hefteyan hatibû plankirin û servîsa ewlehiyê ya Shin Bet li benda encamên dawî yên êrîşa li Qeterê ye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz hişyarî da ku eger Hemas şertên wan yên ji bo bidawîkirina şer qebûl nekin, wê Xeze û rêberên Hemasê tune bikin.

 

Tugeyên El Qesam êrişa dawî ya li Qudsê girt ser xwe

 

Ev êrîşa li dijî şandeya Hemasê, wek bersivekê li hember wê êrîşê hat, ku berî çend rojan li Qudsê pêk hatibû û pişt re Tugeyên Izedîn El Qesam ên Hemasê, ew êrîş girtibû ser xwe.

Baskê leşkerî yê Hemasê Tugeyên Izedîn El Qesam, duh ragihandin ku wan êrîşa çekdarî ya li Qudsê pêk aniye ku di encamê de 6 îsraîlî hatibûn kuştin.

 

Trump: Ji êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê ez ne kêfxweş im

 

Ji aliyê xwe ve jî, serokê Amerîkayê Donald Trump, eşkere kir ku ew dixwazin dîlgirtiyan vegerînin, lê ew ji êrîşa ku Îsraîlê pêk aniye, ne razî ye.

Trump bi rêya platforma xwe ya Truth Social jî, got: "Êrîşa li ser Qeterê biryarek ji hêla Netanyahu ve hatiye dayîn û tu têkilya min bi wê re tune ye."

 

Yekîtiya Ewropayê êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê şermezar kir

 

Gelek welatên Ewropa û Ereban, ev êrîş şermezar kirin û weke binpêkirina qanûna navneteweyî, bi nav kirin.

Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de, got ku êrîşa hewayî ya Îsraîlê li ser rêveberiya Tevgera Hemasê li Dohayê binpêkirina qanûna navneteweyî û serweriya Qeterê ye.

 

Riyad bang li civaka navneteweyî dike ku êrîşê şermezar bike

 

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdiyê jî, êrîşa Îsraîlê bi tundî şermezar kir û got ku ev binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

 

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî wê civînek awarte li dar bixe

 

Îro jî wê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Cezayîr û Pakistanê, civînek awarte li dar bixe da ku rewşa dawî ya Qeter û Îsraîlê nîqaş bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24