Li Sûriyê tenê di rojekê de 11 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)`ê ragihand ku di 10`ê îlonê de li cih û deverên cuda yê Sûriyê 11 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR`ê di derbarê hûrguliya kuştina van 11 kesan de ev agahî da:

“Li Humsê cenazeyê 2 ciwan Elewî hat dîtin.

Di pevçûna di navbera du malbatan de li gundewarê Helebê 3 kes hatin kuştin

Li gundewarê Şamê, bajarê Hemayê û li Helebê 3 ciwan ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Endezyarekî Elewî li Lazqiyê ji aliyê 4 xortan ve hat kuştin.

Endamekî tîma endezyariyê di teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Welatiyekî li Şamê piştî girtina wî ji ber nîqaşekê di navbera kurê wî û xizmekî din ê endamekî Ewlekariya Giştî ya Hikûmeta Veguhêz de, di bin êşkenceyê de li girtîgeheke Wezareta Karên Hundir a Sûriyê hat kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye