Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya hevserokên giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê civiya.
Hat diyarkirin ku qonaxa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê, di vê çerçoveyê de serdanên partiyên siyasî, geşedanên li Kurdistan û Tirkiyê û pêşketinên li Rojhilata Navîn rûdane, nîqaş hatiye meşandin.
Her wiha yek jî rojeva Desteya Rêveberiya Navendî beriya Meclîs bikeve batlaneyê çêkirina qanûnan e.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê hevdîtina li Girava Îmraliyê û nirxandinên Abdullah Ocalan li ser pêvajoyê jî nirxandiye.
Her wiha kongreya DEM Partiyê ya ku tê payîn di meha Îlonê de bê lidarxistin jî di rojeva civînê de bû.
Tê payîn ku derbarê civîna ku hatî li darxistin de sibê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan daxuyanikê bide.
Dem Partiyê nameyek li ser "Mafê Hêviyê" ji Konseya Ewropayê re şand
Di heman demê de Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PARTÎ) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê "mafê hêviyê" yê Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan de nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.
Di nameyê de hat xwestin ku Komîteya Wezîran bi ciddî li ser biryarê bifikire û di zûtirîn dem de biryarê bi dawî bike.
Her wiha hat tekez kirin ku ev mijar, ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyê ve girêdayî ye, divê ji hêla Komîteya Wezîran ve bi awayekî avaker û pabendbûna bi prensîbên bingehîn were çareserkirin.