Komîteya Jîngehparêziyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya Roja Cîhanê ya Jîngehparêziyê daxuyaniyek weşand.
Komîteya Jîngehparêziyê bal kişand ser qirkirin û talankirina xwezaya Kurdistanê û wiha domand:
"Ji ber şerê di van 50 salên dawî de, seranserê Kurdistanê veguherî qadeke qirkirina ekolojîk.
Ji Efrînê heta Behdînanê, ji Botanê heta Serhed û Rojhilat, qirkirina ekolojîk a li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê bi stratejiyeke şer weke dewama îmhaya çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd hate ferzkirin."
Her wiha Komîteya Jîngehparêziyê ya KCK'ê di daxuyaniya xwe de banga xwedîderketina li xweza û erdnîgariya Kurdistanê kir.
Partiya Kesk: Divê welatî jî jîngeha welatê xwe biparêzin
Bi boneya Roja Jîngehparêziyê ya Cîhanê, Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Milko Baziyanî li ser rewşa niha ya jîngeha Başûrê Kurdistanê axivî.
Li ser zêdebûna rêjeya barana îsal û sedema wê, Milko Baziyanî wiha anî ziman:
"Îsal baraneke zêde û sûdeke mezin li Kurdistanê bariya.
Lê ji ber nebûna plana pêwîst a ji bo komkirina avê, beşeke zêde ji vê çavkaniya xwezayî ya girîng vala çû û sûd jê nehat wergirtin."
Baziyanî destnîşan kir ku jîngeh sînorên siyasî nas nake û wiha domand:
"Şerên li herêmê wekî pevçûnên di navbera Îran Îsraîl an Amerîkayê de, bandoreke rasterast li ser jîngeha Kurdistanê dikin.
Di nav xwe de jî di raboriyê de, ji ber topbaranên welatên cîran, daristanên me şewitîn û lawirên me yên kovî qir bûn."
Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê da zanîn ku parastina xweza û sînoran di pileya yekem de erka hikûmeta Îraqê ya Federal e û piştre jî erka hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku divê bi rêya zext û tedbîrên yasayî rê li ber vê yekê bigirin.
Felemez: Ji bo aştiyeke mayinde divê talana xwezayê raweste
Hevberdevkê Komeleya Jîngehparêziyê ya Mêrdînê Felemez Oner jî tev li televîzyona me bû û bal kişand li ser polîtîkayên talankirina xwezaya Bakurê Kurdistanê ku Tirkiye pêk tîne.
"Dema ku dibêjin lihevhatin û aştî ew tiştê ku bi jiyanê dest pê dike, jiyan jî xweza ye.
Heta em bi darên xwe, bi ax û ava xwe aştiyekê çênekin, em nikarin aştiyeke civakî ava bikin.
Ji ber vê yekê, divê destpêkê talana li ser xwezayê were sekinandin, da ku aştiyek derkeve holê"
Felemez Oner di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li dijî polîtîkayên talankirina xwezaya Kurdistanê têkoşîna xwe mezin bikin.