Rêveberiya Navenda Ekolojîk ya bajarê Hesekê Rovend Ebdo li ser germahiya ku her diçe dijwar dibe de bi berfirehî agahî û nêrîn xwe bi malpera me re parvekir.
Rovend Ebdo ji bo bilindbûna pileya germa ji nişka ve sedem, encam, hişyarî û hewldanên pêşî li girtinê anîn ziman. Her wiha diyar kir ku germahiya erdê ya gîştî di pileya zêdetir bûye de bingeha xwe ji asta pîşesaziya heyî, xebitîna kargehan, bi kar anîna petrolê û gelek gazên bi zirar digire.
Di encama şewitandina petrolê asta gazên wek metan û karbondîoksîdê di atmosferê dibin ku wek gazên serayê tên binavkirin ji ber ku germbûna li ser rûyê erdê dikşînin.
Metirsiyên xwe çi ne?
Tê payîn ku Arktîk li gor navîniya cîhanê germtir bibe dê qeşa li bakurê rojavayê Pasîfîkê bileztir bihele. Asta avê zêde dibe û bajarên li kêleka deryayan dê di bin tehlûkê bimînin. Ev jî bi xwe re heta astekî wê koçberiyê bîne.
Ebdo destnîşan kir ku germahiya li ser giştî rûyê erdê di heman demê de avhewaya herêma Bakur Rojhilatê Suriyê jî bandor kiriye. Ji ber kêmbûna baranê û germahiya bilind ya di biharê de wek îsal berhemên çandiniyê gelekî kêm bû. Ev jî hişt ku devasyonên avhewayî çê bibin li hin deveran çolbûn li hin deverên din jî lehî çêbûn.
Bi taybet li bajarê Hesekê carnan pileya germahiyê radibe 50 °C. Li dora bajar şînatî jî kême û darên heyî tên qutkirin û xweza nayê parastin. Bi taybet li çiyayê Ebdilezîz û kezwana gel pir daran qut dikin, nafikirin ku ew dar ji bo paqijkirina hewayê ye.
Bandora germê li ser tenduristiyê
Rovend baldikşîne ser nexweşiyên ku di nava welatiyan de pêşdikevin û wiha got: “Ji ber ku li bajarê Hesekê pirsgirêka avê û elektirîkê heye û bi ser de jî gemahî, ev bûye sedema pêşketina nexweşiya Kolêra û Îltîhaba rûviyan bi taybet mirovên temen mezin û zarokan xwe dide pêş.”
Hewildanên pêşî lêgirtinê
Rovend Ebdo da zanîn ku dem bi dem ew şitilgehan ava dikin û daran diçînin, tê de tovên Serû, Sinober, Kezwan û Xurme tên çandin, ji ber avhewaya heyî herî zêde ji van cûreyan re dest dayî ye.
Carnan hejmara daran digihêje 40-50 dar, lê ji ber kêmbûna avê û germahiya zêde zirar li şînbûn û pêşketina berheman çêdibe. Di hundir û derveyî bajêr de bêhtir şaredarî li ser disekine û wiha berdewam kir: “Çi sazî, şitilgeh û komîn bin, bi qasî derfetên heyî sal bi sal em bi dayîna daran dibin alîkar. Ji bo îsal jî em pilan dikin ku di bajar de li parêzgehan jî em daran biçînin û ji bo avdanê jî em pergala enerjiya rojê li şûna mazotê bi kartînin. Li bajarê Hesekê projeya avakirina daristana Tiwêna jî di pilanên me de ye. Li bajarê Qamîşlo jî li derdora mizgeft û bendavan proje tên destpêkirin.”
Hişyarî û perspektîf
Rovend Ebdo got ku dem bi dem ew kampaniyayên hişyariyan li dibistanan di nava zarokan de, li komîn û saziyan pêşkêş dikin.
Li ser girîngiya wateya jîngehê li cihên wek meclîs, şaredarî û daîreyan de axaftinan pêş dixin. Jîngeha bajarê Hesekê sê heyve heftê carekê hemleyên paqijiyê berdewam dikin. Yek ji projeyên ku niha li ser dixebitin jî fêrkirina vezîvrandina çopê ye
Dîlber Ahmed Hecî / Medya Xalid