Li Tirkiyê ji ber mudaxeleyên kêm şewat didomin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şewat berdewam dikin. Îsal ji ber pêla germê ya zêde û xemsariya dewlet û welatiyan ji 1`ê hezîranê ve li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şewatên daristanan nesekiniye û her carê li bajarekî şewat derdikeve.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gelek navçe û gundewarên bajarê Amed, Bursa, Karabuk yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  di şeva 28`ê Tîrmehê de şewatên li jîngehan derketin ji ber xemsariya dewletê û mudexeleya kêm nayên vemirandin.

Li navçeyên Harmancik û Orhaneli yên Bursayê şewat di roja xwe ya çaran de dewam dike.

Waliyê Bursayê diyar kir ku, ji bo vemirandina şewatê bi 5 balafirên agirkujiyê,30 helikopter, 712 amûrên agirkujiyê û hezar û 496 karmendan mudaxeleyî şewatê dikin.

Walitiya Karabukê jî li ser malpêra xwe ya dijîtal diyar kir ku, şewata di şeva 28`ê hezîranê derketî bi 116 amûr û 4 helîkopterên agirkujiyê mudaxele tê kirin. 

Li navçeya Erxanî ya Amedê şewata di 28`ê Tîrmehê derketî di saetên şevê de hat vemirandin. Heman wextî li navçeya Lîcê jî şewatên di 28`ê Tîrmehê de derketine berdewam dikin.

Ji bo vemirandina şewatê bi 4 balafir, 6 helîkopter û bi hejmareke zêde ya amûrên agirkujiyê mudaxele hate kirin.

Li navçeya Erxanî dema ji bo vemirandina şewatê seyarên agirkujiyê diçin seyare diqûlipe kesek jiyana xwe ji dest dide û 2 kes jî birîndar dibin.

Navçeya Dumlupinar ya girêdayî Kutahyayê piştî mudaxeleya bi 2 balafir, 30 amûr û 150`î xebatkarên agirkujiyê şewat hat vemirandin.

 

Erdoxan: Agirkujî karê bajêrên mezin e, ne karê bajêrên biçûk e

 

Serokkomarê Tirkiyê Erdoxan girêdayî şewatên şeva 28`ê Tîrmehê derketin daxuyanî da û got:

“Ji 1`ê Heziranê û vir ve girêdayî şewatên jîngehan 149 kesên bi guman hatine binçav kirin, 38 kes jî hatine girtin.

Agirkujî karê şaredariyên bajêrên mezin e, bajêrên mezin dikarin yekîneyên xwe baş ava bikin û pêşiya van şewatan bigrin. 

51 şaredariyên ne bajarên mezin jî dikarin bi organîsazyona AFAD`ê re xwe rêxistin bikin.”

Serokê partiya CHP`ê Ozgur Ozel jî girêdayî politîkaya hikumetê ya jîngehan rexne kir û ev nirxandin kir:

“Di mudirîyeta giştî ya jîngehan de 29 hezar kadro vala ne. Ji ber mudiriyetê diyar kir bû ku, `kadro û amûrên agirkujiyê ji bo mudaxele kirinê kêm in”

Axiftina xwe wiha bidawî kir: Ev rewş encama polîtîkayên Aboriyê ku desthilat hilbijartiyê ye.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24