Zêdetirî 1 milyon kes hatin veguhestin: Bagera Dolphinê gihîşt Çînê

Bagera Dolphinê bi leza bayê ku di saetekê de digihîje 151 kîlometreyî li rojhilatê Çînê gihîşt bejayiyê. Ji ber rîska karesatên xwezayî, rayedaran zêdetirî 1 milyon kes ji herêmê veguhestin.

reset font size increase font size

Ji bo kêmkirina ziyanên ji bagerê, li parêzgeha Zhejiangê nêzîkî 900 hezar kes hatin veguhestin û hejmareke zêde stargehên awarte hatin vekirin. Her wiha, ji ber bandora bagerê, li balafirgehên Şanghay û Hangzhouyê zêdetirî 1,600 seferên balafiran hatin betalkirin.

Tevî ku hêza bagerê piştî gihîştina bejayiyê kêm bû, meteorolojî hişyariya baranên xurt û metirsiya lehiyê dide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye