Hejmara qurbaniyên erdheja Venezulayê gihîşt 235 kesan

Li Venezuelayê piştî du erdhejên bi mezinahiya 7,2 û 7,5 xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Venezuelayê, piştî du erdhejên bi mezinahiya 7,2 û 7,5 xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di şert û mercên krîtîk de dewam dikin.

Wezîrê Tenduristiyê Carlos Alvarado ragihand ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane, gihişt 235’an.

Hejmara birîndaran herî kêm gihişt hezar û 520’an

Rayedaran jî ragihand ku hejmara birîndaran herî kêm gihişt hezar û 520’an.

Yek ji herêmên ku herî zêde ji erdhejan bandor bûye, eyaleta La Guaira ya nêzî paytext Caracasê ye.

Li bajarê Catia la Mar gelek avahî hilweşiyan.

Tîm hewl didin xwe bigihînin kesên ku di bin kavilan de mane, lê ji ber kêmbûna makîneyan, bi zehmetî xebatên xwe didomînin.

Mexdûrên erdhejan ji bo rizgarkirina xizmên xwe, bi derfetên xwe hewl didin kavilan rakin.

Gelek kes neçar man ku şeva xwe li kolanan derbas bikin

Gelek kes ji ber erdhejên xurt, neçar man ku şevê li kolanan an di wesayîtên xwe de derbas bikin.

Civaka navneteweyî jî piştî karesatê kete nava liv û tevgerê.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew ê 150 milyon dolar alîkariyê bişîne, Brezîlya, Çîn, Hindistan, Ewropa, welatên Latîn Amerîkayê û Îranê jî diyar kirin ku ew ê alîkariyê bidin Venezuelayê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye