Dosyaya Vegera Koçberan heta niha bi dawî nebûye.
Yek ji xalên Peymana 29`ê Çileyê ya ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de vegera koçberên herêmên dagirkirî ye.
Ji dema ku Serê Kaniyê di sala 2019`an de ketiye bin kontrola Çekdarên bi ser dewleta Tirkiyê ve, bi hezaran xelk koçber bûne.
Koçberên Serê Kaniyê li Kampên Waşokanî, Serê Kaniyê û Newrozê bi cih dibin û hejmarek jî di dibstanan de ne.
Ji bo bidawîanîna li koçberiyê, Komîteya Koçberên Serê Kaniyê xebatên xwe didomîne.
Li gorî komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihandbû ku 14 hezar malbatan wate navên xwe tomar kirine ji bo vegera li ser cih û warên xwe.
Ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê gavên yekem tên avêtin û ev demek e xebatên paqijkirina mayînan dest pê kirine.
Li gorî ku hatiye ragihandin ji bo vegera koçberan jî komîteyeke pispor hatiye avakirin.
Her wiha ev komîte ji Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Serê Kaniyê û Lîwaua 60`î ya artêşa Sûriyê pêk tê.
Armanca vê komîteyê ew e ku xebatên paqijkirina mayînan bên kirin û herêmê ji bo vegera xelkê ewle bike.
Piştî ku xebatên paqijkirinê biqedin, dê ev rêyên sereke li pêşiya welatî û koçberan werin vekirin.
Erebên li Serê Kaniyê rûniştne gefan li Kurdan dixwin
Duh jî vîdyoyek belav bû ku erebên hawirde yên ku xwe li Serê Kaniyê bi cih kirine, gefan li Kurdan dixwin, eger ew vegerin Serê Kaniyê û wiha dibêjin:
“Em qebûl nakin yek ji Rêveberan, tenê yekî Kurd bîne û bêje ev ji aliyê min ve ye, Qedexe ye ku yek Kurd were Serê Kaniyê.”
Koçberên Serê Kaniyê û gundewarên wê, li benda vegera li ser mal û milkên xwe ne.