Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî têkildarî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û muzakereyên li Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de Devlet Bahçelî bal kişand ser Peymana 10'ê Adarê û îhtimala operasyoneke leşkerî ya li dijî QSD'ê û got:
“Divê QSD û YPG'ê peymana ku di 10ê Adara 2025'an de bi Hikûmeta Sûriyê re îmze kiriye bi cih bîne, wekî din divê her kes bizanibe ku wê bi îradeya hevpar a Enqere û Şamê midaxaleyeke leşkerî neçar bibe.”
Rêber APO: Rojava xeta min a sor e
ji aliyekî din ve jî Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Apo di her fersendê de digot, "Rojava xeta min a sor e" û got, "Wêderkirina Kurdan û ji holê rakirina destkeftiyên wan qet fêdeyê nede Tirkiyê."
'Rojava hesasiyeta herî mezin a gelê Kurd e'
Bûldan îşaret bi daxuyaniyên desthilatê yên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev nirxandin kir:
“Di vî warî de divê Tirkiye yanî di meseleya Rojava û Sûriyê de cihê xwe li gel Kurdan bigre.
Niha wêderkirina Kurdan li wê derê, operasyoneke li ser Kurdan û beralîkirina destkeftiyên gelê Kurd ti feydeyê nade Tirkiyeyê û Kurdên li Tirkiyê jî vê yekê qebûl nakin.
Divê ev bi vî rengî were fêmkirin û ji bo çareserkirina vê meseleyê pêwîstî bi rê û rêbazên rast, bi ramana bi aqil û biryarên rast heye.
Rojava hesasiyeta herî mezin a gelê Kurd e. Ji bo vê yekê, em li Tirkiyê her çiqas di qada demokratîkbûnê de gavan biavêjin jî, windahiyek biçûk a li Rojava, operasyonek li wir, wê di nava gelê Kurd de bibe sedema hilweşandinek mezin.
Ji ber vê yekê, ne ev tê qebûlkirin û ne jî ev rêbaz jî aliyê ti kesî ve tê qebûlkirin.
Ewilî Birêz Ocalan vê qebûl nake. "
Pervîn Bûldan di dawî de bang li Tirkiyê kir ku hurmetê ji deskeftiyên gelê Kurd re bigre, mafê gelê Kurd ê ku li her qadê û li her herêmê bi destkeftiyên xwe, bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe, bi çanda xwe bijî nas bike û bi nêzîkatiyeke ku vê yekê li ser zemîneke demokratîk bi awayên qanûnî û destûrî çareser bike.