Di 24 demjimêrên borî de qurbaniyên li Xezeyê gihîştiye 119 kesan

Hêzên Îsraîlê bajarê Xezeyê dorpêç kirine û hejmara kuştiyan gihîşt 119 kesan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber êrîşên berdewan ên artêşa Îsraîlê di 24 demjimêrên borî de, hejmara qurbaniyên li Xezeyê gihîşt 119 kesan, di nav wan de 24 kesên ku alîkarî digirtin û 2 rojnamevanê bi navê Rasmî Salim û Eymen Heniye hene.

Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku îro ji ber birçîbûnê 6 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Di heman demê de, di nav topbarana berdewam a li ser bajarê Xezeyê de, çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê piştrast kirin ku artêşê niha bajar bi tevahî dorpêç kiriye.

Li gorî Kanala 12 a Îsraîlê operasyona dagirkirina bajarê Xezeyê wê ne bilez be.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24