SOHRê di derbarê hûrgiliyên kuştina 9 kesan de ev agahî dan:
“Li gundewarê Reqayê ji ber teqîna mayînekê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Li gundewarê Derayê di nav giyayên daristanê de guleyek teqiya û zilamek, hat kuştin.
Fermandarekî Hêza Dijî terorê li taxa Meqûs a Siwêdayê hat kuştin.
Cenazeyê endezyarekî elewî li gundewarê Hemayê, kuştî hat dîtin.
Çekdarên nenas Dr. Basil Zeno li Helebê li taxa Cemîliyê kuştin.
Li gundewarê Reqayê, ji ber pevçûnekê ciwanek hat kuştin.
3 sivîlên ku hewl didan li bejahiya Serê Kaniyê ya li bakurê rojavayê Hesekê bi rêyên qaçaxçîtiyê derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyê jandarmeyên Tirkiyê ve bi îşkenceyê hatin kuştin.”