Akin Gurlek : Verastkirina zagonê rayeya meclîsê ye

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akin Gurlek, têkildarî “Mafê hêviyê” daxuyanî da û got ku ku mijara behsa xeberê di zagonan de cih nagire û verastkirina zagonî jî rayeya Meclîsê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Akin Gurlek, diyar kir ku di mewzûatên hiqûqa Tirkiyê de kesên cezayê heta hetayê lê hatiye birîn jî di nav de, dema kesek heta demekî di girtîgehê de, derfet hene ku bi şert were berdan.

 

Her wiha Gurlek, destnîşan kir ku sûcên terorê li derveyî vê hatine hiştin.

 

Bi taybet jî kesên cezayê wan ê îdamê veguherandin cezayê heta hetayê girankirî yan jî yên ji ber sûcê terorê cezayê heta hetayê girankirî lê hatiye birîn, nikarin ji vê mewzûatê sûd bigirin.

 

Di berdewamê de Gurlek bal kişand ser “Mafê hêviyê” û got:

 

"Lewma jî di pergala hiqûqê de ji bo van kesan ji xwe ‘mafê hêviyê’ tune ye.

Heke di vê mijarê de, sererastkirineke zagonî were kirin jî, ev raye ya TBMM’ê ye.

Pêvajo dê li wir teşe bigire."

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye