Sûriyê biryara hemwelatîbûnê ji bo welatiyên Kurd eşkere kir

Wezareta Karên Hundir a Sûriyê li gorî peymana hejmar 13'an a 2026'an ku di 16'ê çileyê de hat derxistin, prosedurên serlêdana hemwelatîbûna Sûriyê ji bo welatiyên Kurd eşkere kir.

reset font size increase font size

Armanca van proseduran, ku di 20'ê sibatê ve, ketin meriyetê, rêxistina pêvajoya dayîna hemwelatîbûnê ye.

Li gorî biryara derketî; divê serlêdanek takekesî an malbatî ya hemwelatîbûnê ji bo pêkanîna prosedûran were pêşkêşkirin.

Ji bo tomarkirinê divê belgeyên wekî nasname, cihê jidayîkbûnê werin pêşkêşkirin.

Wê serlêdan li neh navendên ku ji hêla wezaretê ve hatine destnîşankirin were kirin 

Li gorî ku hatiye diyarkirin; navendên serlêdanan wê li Şam, Heleb, Reqa û Dêra Zorê hebe.

Her wiha li Hesekê jî wê pênc navend hebin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye