Ayşegul Dogan: Gel dixwaze birêz Ocalan azad bibe

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku di qada Newrozê de herî zêde daxwaza azadiya Abdullah Ocalan derketiye pêş û got: "Divê şert û mercên xebata birêz Ocalan bên guherandin û karibe bi hemû kesan re dan û standinan bike."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, piştî civîna lijneya navendî ya DEM Partiyê, tekildarî geşedanên di rojevê de ne, li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

 

Ayşegul Dogan diyar kir ku li qadên Newrozê peyamên girîng hatine dayîn û axaftina xwe wiha domand:

 

“Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedana li dijî zilmê.

 

Daxwaza li qadên Newrozê jî; Aştî, azadî, demokrasî û wekhevî bû."

 

 

 

"Gel dibêje divê êdî birêz Ocalan azad bibe"

 

 

 

Ayşegul Dogan dest nîşan kir ku peyama Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk jî di Newrozê de deng vedayê û wiha dirêjî da axaftina xwe:

 

"Civak jî daxwaza rabûna astengiyên li pêşya siyaseta demokratîk dike.

 

Her wiha mîsogeriya maf û azadiyê dike.

 

Herî zêde jî daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan di Newrozê de hat kirin.

 

Gel dibêje divê êdî birêz Ocalan azad bibe."

 

 

 

"Girtin û binçavkirin ne li gor rihê pêvajoyê ye"

 

 

 

Ayşegul Dogan bertek nîşanî binçavkirin û girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê da û wiha axivî:

 

“Herî kêm 28 kes hatine girtin.

 

Gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Cil û bergên neteweyî bûn sedema astengiyan.

 

Ew binpêkirinên mafan ne li gor rihê Newroz û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in.”

 

 

 

"Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan"

 

 

 

Ayşegul Dogan anî ziman ku derxistina qanûnan mijara civîna MYKê ya wan bû ye û wiha pê dê çû:

 

"Endamên rêxistinê ku çek berdane, heke sererastkirineke qanûnî tune be dê çawa vegerin.

 

Rapora hevpar êdî temam bû.

 

Me xwest di meha Remezanê de qanûn derbikevin lê digotin meha Remezanê jî derbas bibe.

 

Niha Remezan û Cejn jî qediya.

 

Divê êdî dest bi xebatên derxistina qanûnan bê kirin.

 

Lê tiştên ku dikarin bêyî derxistina qanûnan jî bikin, hene. Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan."

 

 

 

Şandeya DEM Partiyê sibe diçe îmraliyê

 

 

 

Ayşegul Dogan diyar kir ku divê şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên guherandin û got:

 

"Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye.

 

Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan bên başkirin.

 

Şandeya me jî sibe dê biçe Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin bike.

 

Ev hevdîtin ji aliyê nevaroke ve jî girîng e."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye