Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El-Cîr a li bajarê Rimêlanê êrîşeke bi dronan pêk hat.
Hejmarek ji dronan êrîşî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya ku li gundewarê bajarê Rimêlanê yê bakurê Cizîrê dikeve, kir.
Li gorî agahiyan, herî kêm 6 dronan êrîşî baregehê kiriye, lê agahiyên têkildarî ziraran hîn nehatine bidestxistin.
Tê zanîn ku di baregehê de hêzên Amerîkayê hebûn, lê di vê mehê de jê vekişiyabûn.