Li Rojava bi vêxistina agirê newrozê bersiva Şamê tê dayîn

Li çend bajarên Rojavayê Kurdistanê bi vêxistina agirê Newrozê bersiva serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed al-Şaraa hat dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh bi şev li Qamişlo, Dirbêsiyê û çend navçeyên din ên Rojava, agirê Newrozê hat vêxistin û govend hatin gerandin.

Şêniyên van bajaran dan xuyakirin ku êdî ew ê ji niha û heya 21`ê Adarê bi awayekî berdewam, her şev agirê Newrozê vêxin, ew jî wek bersivekê li hember biryara herî dawiyê ya serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed al-Şaraa.

Al-Şaraa di biryara serokatiyê ya taybet bi destnîşankirina roj û cejnên neteweyî li Sûriyê de, behsa Newroz û Akîto nekiribû û di biryarê de, navê van her du cejnan derbas nabin, di cihê wê de jî 21`ê Adarê wek cejna dayikê hatibû binavkirin.

 

Ev cara yekê ye agirê newrozê di cotmehê de tê vêxistin

 

Ev cara yekê ye ku agirê Newrozê di meha cotemehê de tê vêxistin, herî zêde ev agir di 20`ê Adarê de li seranserê Kurdistanê û derve tê vêxistin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24