Bûyer, îro di demjimêr 12: 15 xulekan de li nêzî gundê Kanî Maranê ya Helebçeyê qewimî.
Li gorî çapemenîya mehellî Berdevkê Polêsê Helebçeyê Bînbaşî Akam Kutbeddîn, da zanîn ku guleyeke topê ya ku ji aliyê du kesan ve dihat lîstin teqîya.
Li gorî agahiyên ku di derbarê bûyerê de hate barvekirin, Berdevkê Polêsên li parêzgeha Helebçeyê, eşkere kiriye ku ew her du kesên jiyana xwe ji dest dane bi navê Newzad Marif Salih û Serheng Kebîr Emîn in.
