Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan tekildarî êrîşên hikumeta veguhêz a Sûriyê yên li dijî êrîşên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li navenda xwe ya giştî daxuyanî dan. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Serokwekîlên DEM Partî Gulîstan Kiliçkoçyigit, Sezaî Temelî, Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan û parlamenterên DEM Partî jî li eywana daxuyanî hat dayin amade bûn.
Di daxuyaniyê de yekemîn Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew bi koma parlamenterên xwe re li ser geşedanên dawî û êrişên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê civiyanê. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku êrîşên ser taxên Helebê li dijî mirovahiyê ne û wiha got: “Hikûmeta Sûriyê bi awayekî şenber diyar kir ku ew li gor hevpeymanê tevnagerin. Bi sembolên DAIŞ'ê êrîşî taxên Kurdan dikin. Xwîna Kurdan ji xwe re helal dibînin. Berxwedareke Kurd li ser avahiyeke de tê avêtin. Yên ku vê dikin koma hovan e. Di tu bawerî û birdozyan de ew nayê qebûl kirin.”
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî êrîşên ser taxan, dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: “Ew berxwedan ne tenê ya 2 taxan e. Di heman demê de diyarkera pêşeroja Sûriyê ye. Divê qada navneteweyî bêdeng nemînê. Bêdengî hevkariya vî sûcî ye. Em bang li qada navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Van êrişan demildest bidin rawestandin. Êrîşên HTŞ'ê û çekdarên li dijî mirovî ne. Bi armanca Helebê bê Kurd bihêlin. Li dijî vê yekê ne tenê Kurd lê divê hemû kes li dijî vê dengê bilind bike. Bi dijminatiya Kurd nikarin tiştek bi destbixînin. Weke DEM Partî em ji bo Sûriye pergaleke wekhev û azad dixwazin û mîsogeriya mafên Kurdan dixwazin. Heke Kurd ne di ewlehiyê de bin li Sûriyê aramî pêk nayê. Heta hemû gel û bawerî azad nebin li Sûriyê aramî pêk nayê.”
Tulay Hatîmogullari gotinên Wezîrê Parastinê jî rexne kir û wiha got: “Dest ji wan gotinên xwe yên ku xwe berpirsyar nabînin berdin. Desthilat û dewlet divê agir gur nêkin û rêya dîaloge vêkin. Em agirbesta niha berdewam dike girîng dibinin û dixwazin ew agirbest berdewam bike. Em bang li hemû kesên berpirs dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin. Divê çareseriyeke mayindê pêk were. Em ê jî ji bo çareseriyeke mayindê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Em ê hem li Tirkiye û hem jî li Sûriyê ji bo aştiyeke mayindê têkoşîna xwe bidomînin.”
Tuncer Bakirhan jî ji malbatên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku li taxên Helebê ne tenê êrîş komkujiyek pêk tê û ev tişt anîn ziman: “Hedefgirtina zarok û jinan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Rejîm hemû hevpeymanan binpêdikin û êrîş dikin. Em jî li vir dibêjin destê xwe li ser jinên Kurd vêkişînin. Dilê gelê Kurd ji bo Şêxmeqsûd diaveje. Em berxwedarên li wir silav dikin. Gelê Kurd ne bi tenê ne. Em bang li kesên şer gur dikin dikin ku rêya dîaloge vêkin. Gotinên Hakan Fîdan şer û qirîzan ku dike. Em dipirsin; Tu dîplomatê an leşker e? Ev gotin bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike.”
Tuncer Bakirhan diyar kir aloziya li Helebê li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve dest pê kiriyê darbe ye û ev tişt gotin: “Heger li Helebê şer û krîz kûr bibe li vir jî çareserî nabe. Ji bo wê ew darbeya li dijî pêvajoyê ye. Çareserî diyar e. Divê QSD û Tirkiye û li ser masayeke rûnin û pirsgirêkan bi rêya dîalog çareser bikin. Tu kes nikarê Kurdan ji Helebê koçber bikin. Kurd sed salin li Helebê bûn û dê hertim jî li Helebê bin.”