Komîsyon wê di 30'ê cotmehê de werin gel hev

Rojeva vê heftê ya meclisa Tirkiyê ku wê roja pêncşemê pêk bê vekişîna gerîlayan li Bakurê Kurdistan û Tirkiye û rewşa dawî ya pêvajoyê be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî banga Reberê Gelê Abdullah Ocalan û biryara 12'emîn a Kongreya PKK'ê û vekişîna hemû hêzên Gerîla yên li Bakurê Kurdîstanê rojeva meclisa Tirkiyê dagirtiye. 

Wê di civîna meclisê ya ku di 30ê cotmehê de pêkwere Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç wê li ser rojevên xwe biaxivin.

Di 30'ê Cotmehê de civîna Komîsyona Xwişk û Bratî ya Çareseriya Demokratîk cara 16'emîn bi Serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmûş bê li darxistin.

Hakan Fîdan wê saet di 11:00 de  û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ji saet di 13:00'an de ji komîsyonê re pêşkêşiyên xwe bikin.

Wezîrê Dadê Tunç wê di der barê qanûnên heyî û rêziknameyên hiqûqî yên plankirî û di derbarê pêvajoyê de agahî bide.

Hakan Fîdan jî li ser geşedanên herêmî û qonaxa niha ya pêvajoyê wê agahî bide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye