Ji ber şer 4 rojan dibistanên Herêmê Başûrê Kurdistanê tên girtin

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku ji ber sedema şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, 4 rojan bêhindana fermî hatiye ragihandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, îro, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber rewşa aloz a li herêmê, dibistan 4 rojan tên girtin.

 

Li gorî daxuyaniyê; ji 1heya 4’ê Adarê, li hemû navendên xwendinê yên Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê, betlaneya fermî hatiye ragihandin.

 

Wezaretê da zanîn ku ev biryar ji ber berjewendiyên giştî, parastina mamosta û xwendevanan hatiye dayîn.

 

Şerê ku danê sibehê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de destpê kiriye, dewam dike û her ku diçe dijwar û belav dibe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye