Samer: Civak pêvajoyê red nake lê dixwaze bawer bike

Navendeke lêkolînan der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, li 18 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rapirsînek pêk anîn. Di encamê de derket holê ku civak pêvajoyê bi temamî red nake, lê pirsgirêkên girîng di bawerî û zelalbûnê de hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî rapora SAMER'ê ya ku li 18 bajarên Kurdistan û Tirkiyê hatiye kirin, nîvê civakê ji pêvajoya ku tê meşandin ne bawer e.

Navenda Lêkolînên Sehayê (SAMER) rapirsînek der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk anî.

Rapirsîn bi rêbazê alîkariya telefon û komputerê li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bursa, Samsun, Trabzon, Konya, Kayserî, Adana, Antalya, Riha, Amed, Mêrdîn, Batman, Semsûr, Agirî, Erzirom û Wanê bi 1995 kesan re hat kirin.

Di rapirsînê de derket holê ku ji 5 kesan tenê 1 ji pêvajoyê bi hêvî ye.

Li ser pirsa 'hûn difikirin ku pêvajo dê bi encameke erênî biqede?' tenê 21.8 % bersiva 'erê' dan û 26.5% gotin ku 'pêvajo encameke erênî nade.'

Ji sedî 20.7 jî nirxandina bi qismî kir, 14.9% jî bêbiryar bûn û ji sedî 12.3 jî gotin ku "fikreke min tune ye".

Her wiha 3.8% gotin ku "pêvajo tune ye."

Di nirxandina SAMER'ê de derket holê ku baweriya gel bi pêvajoyê kêm e û nêrîneke zelal ji bo pêvajoyê tune ye.

Lewre ji sedî 46,1 ji pêvajoyê ne bawer e.

Li gorî raporê ji ber dilsozî û kapasîteya aktorên siyasî, gel ji pêvajoyê ne bawer e.

Beşekî civakê yê ku ji pêvajoyê bi hêvî ye, diyar dike ku eger gavên rast bên avêtin, dê piştgiriya civakî zêdetir bibe.

Li gorî daneyên raporê, ji sedî 40,7 ji welatiyan diyar kiriye ku hikûmet, ji sedî 25,9 welatiyan jî gotiye “Meclis” berpirsyarên sereke yên pêvajoyê ne.

Rêjeya kesên ku opozîsyonê berpirsyar dibînin, ji sedî 11,2 bû.

Ji sedî 10,3 damezirînerê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sedî 8,1 jî PKK'ê berpirsyar dîtine.

Welatî li ser pirsa “gelo berpirsyar bi erkên xwe radibin an na? wiha bersiv dan:

Ji sedî 52,7 “na”, ji sedî 26,9 “erê”, ji sedî 16,6 “bi qismî”.

Di raporê de hat gotin ku rewşa heyî tenê kêmbûna baweriyê nîşan nade.

Her wiha nerazîbûna civakê ya li hemberî performansa siyasetmedaran jî diyar dike.

Di encama giştî ya lêkolinê de, hat gotin ku civak pêvajoya aştiyê bi tevahî red nake.

Lê di warên wekî bawerî, zelalbûn, berpirsyariya sazûmanî û îradeya siyasî de, pirsgirêkên girîng hene.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye