Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê lîsteyeke destpêkê ya navên endamên Desteyên Hilbijartinan a parêzgeha Hesekê ku bajarê Hesekê, Qamişlo û Dêrikê jî di nav de ne, weşand.
Li gorî biryarê, ev lîste dê ji hêla Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel ve ji bo amadekirina lîsteyên dawîn werin lêkolînkirin.
Erka Desteya Hilbijartinê ew e ku endamên parlamentoya Sûriyê di nav daîreya xwe ya hilbijartinê de destnîşan bike.
Li gorî biryarê, hejmara endamên Desteya Hilbijartinê ya Hesekê 172, ya Dêrikê 104, ya Qamişloyê 251 e û ya Kobanê jî 128 e.
Hat eşkerekirin ku di lîsteyê de, rêjeya jinan pir kêm e.