Di nava gefên Dewetên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê de, Tehran tekez dike ku danûstandnên di navbera wê û Washingtonê de beredewam in.
Li ser vê yekê berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaiî wiha axivî:
“Tevî redkirina pêşniyara me ji aliyê Washingtonê ve, me bi rêya Pakistanê komek têbîniyên Amerîkî wergirtin.
Baqaî li ser xwestekên Tehranê yên ji bo bidawîanîna şer, ev yek got:
"Daxwazên Tehranê di danûstandinan de berdana pereyên Îranê ku li derveyî welêt hatine cemidandin û rakirina dorpêçê ye."
Ajansa Nûçeyan a Îranê Tesnîmê jî diyar kir ku rêveberiya Tehranê bi rêya Pakistanê pêşniyarek gihandiye Washingtonê ku ji 14 xalan pêk tê.
Di heman çarçoveyê de jî, Ajansa Reutersê belav kir ku çavkaniyeke Pakistanî jî ev yek tekez kiriye û eşkere kir ku welatê wî pêşniyareke Îranê ya sererastkirî ji aliyê Amerîkî re şandiye.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî der barê vê yekê de axivî û eşkere kir ku Rûsya naxwaze destwerdanê di danûstandinên navbera Amerîka û Îranê de bike û waih lê zêde kir:
"Em tekeziyê li ser wê yekê dikin ku mafê Îranê heye ji bo armancên aştiyane uraniyumê dewlemend bike."
Trump: Îran xwe ji sozên xwe dide alî
Ji aliyê xwe ve jî, serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de li gel kovara Fortune, danûstandinên bi Îranê re wekî bêhêvî û nakok bi nav kirin û wiha da xuyakirin:
“Tehran xwestekeke xurt nîşan dide ku şer bi dawî bike, lê gava ku rêkeftinek çêbibe, xwe ji sozên xwe dide alî”.
Li gorî rayedarekî Amerîkî ku ji CNN'ê re axivî, serokê Amerîkayê duh bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re jî axivîbû.
Çavkaniyeke Îsraîlê ji Kanala Îsraîlê "KAN''ê re diyar kir ku êrîşên din ên li ser Îranê, dê bi operasyonên hevbeş ên di navbera artêşên Îsraîl û Amerîkayê de werin kirin.
Her wiha vî çavkaniyî destnîşan kir ku ev yek jî, ger serokê Amerîkayê Donald Trump jinûvedestpêkirina şer li dijî Îranê erê bike, wê pêk were.
Di van rojên dawî de, daxuyaniyên serokê Amerîkayê jinûvedestpêkirina şerê li dijî Îranê nîşan didin.
Tevî vê yekê jî, Îran li ser mercên xwe, ku wan weke "xetên sor" bi nav dike, bi israr dimîne.
Di nav mercên wê de, ev hene:
- Veneguhastina uranyuma dewlemendkirî ji bo Washingtonê.
- Dayîna tezmînatên ziyanên şer ji bo Tehranê.