Roja duşemê 500 malbatên din ber bi gundewarê Serêkaniyê ve bi rê dikeven

Roja duşemê karwanê sêyemîn a ji 500 malbatên koçber pêk tê ber bi gundewarên Serêkaniyê ve bi rê dikeve ku pê re hejmara vegeriyayan dibe zêdetirî 1600 malbatî; Lê ji ber ku kesên ne ji bajar û komên çekdar xaniyên welatiyan desteser kirine, hîn tu koçber venegeriyane navenda bajêr.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

karwanekî nû ya ji 500 malbatên koçber pêk tê roja duşemê ber bi gundewarên Serêkaniyê ve bi rê dikeve û hejmara giştî ya malbatên vegeriyayî derxîne zêdetirî 1600 malbatî. Tevî vê yekê, ji ber ku kesên çekdar û ne ji bajar dest danîne ser mal û milkên xelkê resen, heta niha tu koçber, bi taybet welatiyên Kurd venegeriyane navenda bajêr.

Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mihemed Haco diyar kir ku "hikûmeta demkî" sozên xwe yên ji bo valakirina navenda bajêr ji ber komên çekdar bi cih neanîne. Haco destnîşan kir ku eger ev rewş wiha bidome, ew ê di karwanê çaremîn de xwedî helwest bin û şertê wan ê serekî dê vegera pêkhateyan bo navenda bajêr be.

Komîteyê ji ber nêzîkbûna zivistanê bang kir ku ev pirsgirêk zû were çareserkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye