Li gorî daxuyaniya rayedarên ewlehiyê, gumanbarên bi navê Selam Ehmedyan (36 salî, niştecihê Liverpoolê) û Rehman Salihî (34 salî, niştecihê Salfordê) di 20ê Îlonê de li Mançesterê hatine girtin.
Hat ragihandin ku girtina van kesan tam beriya "Roja Kefaretê" ku ji bo cihûyan rojeke pîroz e, pêk hatiye. Hêzên ewlehiyê da zanîn ku wan ev plana terorîstî pûç kiriye û di vê qonaxê de ti metirsiyek li ser raya giştî nemaye.
Ev geşedan di demekê de tê ku sala borî, anku di 2'ê Cotmeha 2025'an de, êrîşeke bixwîn li ser kinîşteke herêma Heaton Park a Mançesterê pêk hatibû û tê de du kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Her wiha polîs diyar dike ku di salekê de rêze êrîşên ku navendên cihûyan û cihên girêdayî Îsraîlê armanc digirin, li Brîtanyayê hatine qeydkirin. Berpirsa polîsê Brîtanyayê, Vicki Evans, bang li welatiyan kir ku hişyar bin û her gumanekê ragihînin.