Donald Trump: Operasyonên leşkerî yên li Îranê bi dawî dibin

Hêdî hêdî Amerîka û Îranê ji bo bidawîbûna şer li ser hin xalan li hev kirine. Serokê Amerîkayê Donald Turmp dibêje ku operasyonên leşkerî yên li Îranê ber bi dawiyê ve diçin. Berpirsekî Îranî got ku Îran û DYA`ê di hewlên xwe de ji bo gihiştina peymanekê ji bo bidawîkirina şer pêşketinê dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Serokê Amerîkayê Donald Trump li bajarê Las Vegasê behsa şerê li Îranê kir.

Donald Trump ragihand ku operasyonên leşkerî bi "selametî û bêkêmasî" ber bi dawiyê ve diçin.

Trump diyar kir ku her çi qas wî nexwestiye vî şerî bide destpêkirin jî, lê ev gaveke "neçarî" bûye û got:

"Me nedikarî rê bidin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.

Ji bo rêlibergirtina wan, diviyabû ku em bikevin nav wî welatî."

Serokê Amerîkayê, pesnê şiyana artêşa welatê xwe da û got ku artêşa welatê wî li cîhanê ya herî bi xêr e.

Serokê DYA'ê destnîşan kir ku asta leşkerî ya hêzên wan di vî şerî de "mînak" bûye û wiha got:

Trump: Em niha dikarin li nav Îranê her tiştê ku bixwazin bikin

"Va ye du meh in şer didome û serkeftin pir nêzîk e.

Washington niha dikare li nav Îranê her tiştê ku bixwaze bike."

Trump, li ser hûrgiliyên şer û pevçûnan bûyereke balkêş vegot:

"Yek ji keştiyên me yên şer rastî êrşeke giran hat ku 111 mûşek ber bi wê ve hatin berdan, lê hemû hatin têkbirin."

Wî her wiha eşkere kir ku jinavbirina keştiyên Îranê niha "rastiyeke eşkere ye."

Trump: Îran welatekî bihêz û zîrek e

Serokê Amerîkayê li ser hêza Îranê jî axivî û got:

"Îran welatekî bihêz û zîrek e, şervanên wan ên gelekî serhişk hene."

Lê Trump diyar kir ku armancên wan ên leşkerî pêk hatine û şer dê "di demeke nêzîk de" bi dawî bibe.

Ev daxuyaniyên Trump di demekê de tên ku agirbesteke 10 rojan a di navbera Îsraîl û Libnanê de ketiye meriyetê.

Tê payîn ku ji bo peymaneke aştiyê ya mayînde pêk were, wê careke din her welatên dijber li Pakistanê li hev bicivin.

Amerîka û Îranê ji bo peymana bidawîbûna şer hin pêşketin kirine

Berpirsekî Îranî jî li ser egera îmzekirina peymaneke bidawîbûna şer hin agahiyên nû dan.

Karbidestê Îranî diyar kir ku welatê wî û Amerîkayê di hewldanên xwe de ji bo gihîştina rêkeftinekê ji bo bidawîkirina şer hin pêşketin çêkirine.

Her wiha da zanîn ku hîn jî cûdahiyên girîng û bi taybetî di derbarê armancên nukleerî yên Tehranê de hene.

Li gorî jêderê, serdana Serfermandarê Artêşa Pakistanê, Asim Munir hin nakokî li çend mijarê kêm kirin û bi vî rengî hêviyên ji bo dirêjkirina agirbestê û ji nû ve destpêkirina danûstandinan di navbera Tehran û Washingtonê de xurt kir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye