Kûpaya Cîhanê ya 2026'an vê carê bûyereke dîrokî ye

Kûpaya Cîhanê ya FIFA'yê ya 2026an, çapa 23'yemîn îro bi kelecaneke mezin dest pê dike. Ev cara yekem e ku wê Kûpaya Cîhanê li sê welatan bi hev re bê lîstin. Meksîka, Amerîka û Kanada malovaniya maçên kûpaya zêrîn dikin. Maça yekem wê li Meksîkayê li Stadyuma Mecxico City bê lîstin, ku wê mazûvaniya Meksîka û Afrîkaya Başûrî bike. Di heman demê de, wê ev stadyum bibe stadyuma yekem a dîrokê ku mazûvaniya 3 çapên cuda yên Kûpaya Cîhanê dike. Maça fînalê jî wê li stadyuma New Jersey li bajarê New Yorkê bê lîstin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Her çar salan Kûpaya Cîhanê Li welatekî tê lîstin, lê vê carê dê li sê welatan bi hev re bê lîstin.

Kûpaya Cîhanê ya sala 2026'an a ku ji aliyê FIFA'yê tê birêvebirin, dê îsal li DYAyê, Meksîka û Kanadayê bê lîstin.

Maça destpêka vekirina Kûpaya Cîhanê wê li Welatê Meksîkayê li stadyuma Mecxico City bê lîstin.

Her wiha beriya her maçekê di vekirina kûpaya cîhanê de şahiyek tê lidarxistin.

Îsal jî tê payîn ku dê bi muzîka stranbêja navdar Şakîra Îzabêl a ku bi navê "Dai Dai" tê naskirin were vekirin.

Kûpaya Cîhanê ya 2026'an dê 104 maç li 16 stadyumên cuda û 4 herêmên demjimêrî yên cuda pêk bîne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê ji van maçan mazûvaniya 78an bike.

FIFA ku ji Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan a ku li Qeterê hat lidarxistin 7 milyar dolar qezenc kir, li bendê ye ku ev hejmar di sala 2026'an de bigihîje 11 milyar dolarî û vê rekorê bişikîne.

Bi zêdebûna hejmara beşdaran re, Kap Verde, Curaçao, Urdun û Ozbekistan ji bo cara yekem di dîroka xwe de ji bo Kûpaya Cîhanê mafdar bûn.

MECXICO CITY DÊ BI VEKIRINA XWE YA SÊYEM DÎROKÊ BINIVÎSE

Stadyuma Bajarê Meksîkayê Mecxico City, ku kapasîteya wê 83,000 kes in û heman navê paytexta Meksîkayê li xwe digire, dê wekî yekem stadyuma ku sê caran mazûvaniya maça vekirina Kûpaya Cîhanê kiriye, di dîrokê de were tomarkirin.

Stadyuma Mecxico City berê mazûvaniya maçên vekirina Kûpaya Cîhanê ya 1970'ê 1986an kiribû û wê îsal jî mazûvaniya maça vekirina Kûpaya Cîhanê ya 2026'an bike.

Her wiha ev stadyum bi lîstina maça yekem a îsal dê rekorke dîrokî binivîse.

104 MAÇ WÊ LI 16 STADYUMAN WERIN LÎSTIN

104 maç dê li 16 stadyumên DYAyê, Meksîka û Kanadayê werin lîstin.

Ji 16 stadyuman, a herî mezin Stadyuma Dallasê ye, ku kapasîteya wê 94,000 e.

Lê stadyuma ku kapasîteya wê herî kêm e li Torontoyê ye, ku 45,000 kes tê de ne.

KÛPAYA CÎHANÊ YA 2022'YAN LI QETERÊ HAT LÎSTIN

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Kûpaya Cîhanê ya beriya çar salan li Qeterê bi beşdarbûna 32 tîman hat lidarxistin.

Fînala Kûpaya Qeterê li stadyuma Stad Losêl bi beşdariya 88,966 alîgiran hate lîstin.

Di fînalê de Fransa û Arjentîn hatin beramberî hev û Arjentîn bi penaltiyan bi ser ket.

Hate destnîşan kirin ku wê roja yekşemê, 19'ê Tîrmehê, maça fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026'an li Stadyuma New Jersey ya bi kapasîteya 82,500 kesan li New Yorkê bi dawî bibe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye