Rûsyayê êrîşeke berfireh bir ser Ukraynayê: Li Kiyêvê teqîn çêbûn û navendên enerjiyê bûn armanc

Artêşa Rûsyayê bi moşekên balîstîk û dronan êrîşî paytext Kiyêv û gelek bajarên Ukraynayê kir. Di vê êrîşa hevbeş de binesaziya enerjiyê, navendên komkirina dronan û embarên cebexaneyên leşkerî yên Ukraynayê bi giranî bûn armanc.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di saetên serê sibehê de pêleke mezin a êrîşên esmanî yên Rûsyayê li seranserê Ukraynayê dest pê kir û dengê teqînên li pey hev paytext Kiyêv hejand. Li gorî zanyariyên herêmî, artêşa Rûsyayê moşekên balîstîk û dronan bi kar anîn, ku di encamê de perçeyên çekan ketin hewşa avahiyeke niştecîhbûnê ya li Kiyêvê, li bajarên Krîvî Rîh û Zaporîjyayê jî di encama êrîşê de herî kêm 5 sivîl birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku van derbên hûr û kûr bi serkeftî binesaziyên krîtîk mîna parzûngeha pêtrolê ya Kremenchukê, tora elektrîkê ya bendergehan, embarên mezin ên çekan ên li Odesa û navendên lojîstîk ên dronan ("San-Park" û "Alexandrovsky") li nêzî paytextê hingavtine. Karbidestên rûs diyar kirin ku ev operasyon rasterast ji bo tewandina xetên lojîstîk û pûçkirina êrîşên Ukraynayê yên li ser axa Rûsyayê hatiye encamdan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye