Hikûmeta Almanyayê plan dike ku ji nû ve leşkerên xwe perwerde bike û hejmarên leşkerên xwe jî zêde bike.
Leşkeriya ferz jî yek ji xalên plana hikumeta alman e.
Ji wê dema dagirkirina Ûkraynayê ya ji aliyê Rûsyayê vû vir ve Almanya welatên din ên NATOyê xwe ji bo êrişeke muhtemel amade dike.
Zêdekirina hejmara artêşê di vê çarçoveyê de li Almanyayê bû mijara nîqaşan.
Ewil tevlîbûna dilxwazî tê armanckirin
Hikûmeta Alman plan dike ku hejmara leşkeran ji 180 hezarî heta 260 hezarî zêde bike.
Di gava duyemîn de tê xwestin, nêzîkî 200 hezar leşkerên yedek bên amadekirin.
Hemû ciwanên 18 salî wê her sal anketên di derbarê rewşa tenduristîya xwe de dagirin û ji bo tevlîbûna dilxwazî dewletê agahdar bikin.
Kesên ku bi dilxwazî tevlî artêşê bibin mehane wê 2 hezar û 600 € bistînin.
Eger tevlîbûna dilxwazî ya ji bo artêşê kêm bibe, hikûmet armanc dike ku leşkerî ferz bi cî bîne.