Li Amedê mirina 4 karkeran: Qeza nîn e cînayet e!

Beriya çend rojan li navçeya Pasûrê ya Amedê, di înşaeta pirekê de iskele hilweşiya bû, di encamê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, karkerek jî bi giranî birîndar bûbû. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo wan karkeran hatin gel hev û bi yek dengî gotin: “Ev ne qeza ye cinayet e! ”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pira ser rêya Pasûr û Mûşê ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêbejahiyê (KGM) û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) tê çêkirin, di 11'ê mijdarê de hilweşiyabû.

Di hilweşînê de 5 karker di bin kavilan de mabûn û 4 karker jiyana xwe dest dabûn. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo wan karkeran hatin gel hev.

Platformê li ber Plazaya AZC'yê kom bû û bi daxuyaniyekê mirina karkeran şermezar kir.  Hevseroka Sendikaya Kedkarên Buroyê (BES) Guneş Ozel li ser navê platformê wiha axivî:  “Li ser vê axê her roj karker tên kuştin.

Kuştina karkerên Pasûrê ji wekî hemû bûyerên din ji ber xemsariyê ye. Tevî vê yêkê Wezîra Xizmeta Civakî û Malbatê hê jî bêdeng e. Em ê hesab ji rantxuran bipirsin.”

 

“Ji bo karkeran ewlehîyeke baş nehatiye girtin”

 

Ji aliyê din Odeya Endezyarên Înşaetê yê Şaxa Amedê jî li ser mirina karkeran cihê bûyerê lêkolîn kir û rapora xwe bi raya giştî re parve kir. 

Li gor rapora odeyê, bûyera ku bû sedema mirina çar karkeran bi sedemên; “Ji bo karkeran ewlehiyeke baş nehatiye girtin, çavdêriya endezyariyê û berpirsiyariyên teknîkî bi têra xwe nehatine bicîhanîn” pêk hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye